22 Şubat 2025

Eğitim Haber Sitesi

Eğitim, Sağlık, Ekonomi, Teknoloji Haber Sitesi

Serboriya trajîk a zimanekî: Bişaftin, polîtîkaya bişaftinê û xwe-bişaftin

Eger kurd di perwerdeya zimanê zikmakî de hetanî dawiyê israr nekin û her wiha zimanê kurdî li herêmên kurdan nebe zimanê fermî; li sûk û bazarê nifşên pêşiya me yê beramberî xetereyeke mezin bimînin.

Gotina asîmîlasyonê (bişaftin) di zimanê Fransî da tê maneya şibandinê (benzetme, benzeştirme). Asîmîlasyon helîna kom û civatekê ye di nava kom û civatekê serwer û hêzdar da. Di tarîxa mirovahiyê da gelek civat di nava civatên din da heliyane û guherîne. Zimanê wan, kultura wan, şêweyê jiyana wan guherîye û şibiyane civata serwer. Mînaka herî berbiçav, civata Romanan e. Li gorî lêkolîneran Piştî Mîladê di salên 400î da ji Hîndîstanê koçî Îranê kirine û ji wir jî li çar aliyên dinyayê belav bûne. Bi sedan salan wekî civateke koçer jiyane (hîn jî li gelek cihan koçer in) û çûne kîjan derê di nava ziman û kultura wan da heliyane. Balkêş e ku civata Amerîkî jî civateke wisa ye. Lewre her çendî kok û binyada wan bigihêje civatên cûr bi cûr ên Ewrûpayê jî (Îngilîz, Spanyol, Portekîzî, Holandayî, Îtalyayî wd.) ji ber ku hêza serwer Îngilîz bûne û Amerîka koloniyeke Brîtanyayê bûye, zimanê wan bûye Îngilîzî û çandeke melez hatiye pê.

Di tarîxa dirêj û dêrîn a Kurdistanê de ji ber ku kurd gelekî otokton û binecîh bûye gelek kom û civatên ku ji derva hatine, di nava ziman û kultura kurdan da heliyane. Ev rûdan tiştekî xwezayî ye. Lewre kurdan bi destezorî ziman û şêweyê jiyana xwe li ser wan ferz nekiriye. Ji heyamên qedîm vir da gelek civat û kom; wekî ereb, ecem, tirk, tirkmen, çerkez, koçberên balkanan, roman (mirtiv), tatar, suryanî, ermenî wd. di nava kurdan da heliyane. Di nava wan da du îstîsna hene ku li Kurdistanê civatên kevn û otokton in lê ji ber qirkirina Îtîhat û Terakiyê ji bo canê xwe bifilitîn, xwe spartine kurdan, ziman, bawerî û nasnameya xwe eşkere nekirine û beşeke wan di nava kurdan da heliyane. Her wiha çi di serdema Osmaniyan da, çi ya Komarê (Cumhuriyet dönemi) da bi mebesta asîmîlekirina kurdan bo veguherindina demografiya Kurdistanê ji Anatoliyê û Kafkasyayê gelek komên tirkan anîne di nava kurdan da bi cîh kirine. Lê gelek bir û komên ku bi qesta helandina kurdan di nava wan hatine bi cîh kirin, berevajî wê di nava kurdan da asîmîle bûne.

Hetanî vira bi kurtayî min qala asîmîlasyonê kir îcar ji vir pê da ez ê li ser politikaya asîmîlasyonê û otoasîmîlasyonê û encamên wê bisekinim.

Polîtîkaya asîmîlasyonê, ji aliyê dewletekê yan jî hêzeke serdest va ji bo helandin û pişaftina (asîmîlason) civatekê pêkanîna kiryareke (uygulama) qestî û sîstematik e. Li ser kom û civateke din bi destezorî ferzkirina kultur û zimanekî din e. Yanê em dikarin bibêjin kiryara ku dewleta tirk ev sed sal e li ser gelê kurd diceribîne ye. Ev polîtîkaya dermirovî ya ku têkiliya kurdan û dewleta tirkan der dibe, polîtîkayeke gelekî awarte û spesifik e, lewra li tu devera dinyayê nimûneyeke bi vî terî tuneye. Yanê dewlet û miletekî ku hebûna xwe li ser tunebûna (tunekirin) miletekî din ava kiribe tuneye ez bawer dikim.

Li rûbarê dinyayê mebesta tekane ya mêtingeran (sömürgeci) ew e ku çavkaniyên sererd û binerd ên welatekî yan jî erdnîgariyekê (coğrafya) vibimijin û bikin para xwe. Mêtingerê herî zalim û bêrehm jî zêde mudaxaleyî ziman, kultur, mîrate û kelepora civata mêtingeh (sömürge) nake.

Bêguman pisporên (uzman) ku dikarin analîzan li ser nexweşînên mental û patolojik ên kesên serkêşiya vê politikaya dermirovî û dijexlaqî kirine hene. Ev mijareke din e, em niha nikarin li ser psîkolojiya wan a serobinbûyî bisekinin.

Sîstemekê bifikirin ku armanca wê ne tenê ji zeman û zemînê dinyayê tunekirina qewmekî be, her wiha armanca wê di bîr û binhişîna wî miletî de tunekirina wî be. Yanê daketiye bine hişê wî miletî ji bo ji aliyê derûnî û binhişînî ve ji rastiya xwe bireve, dûr bikeve serî her metodî daye. Bi mêjiyê wî lîstiye, guman di serê wî da peyda kirine.

Komara Tirkiyê di dîroka xwe ya sed salî de 70 salî zimanê miletekî ku ji 50 mîlyonî pek tê, li sûk û bazarê, li dibistanê, nexweşxanê, li tevaya dem û destgehên dewletê qedexe kir. Zimanekî ku ji sed hezaran peyvan pêk tê, di nava xwe da tarîx, erdnîgarî, kultur û şaristaniyeke mezin dihewîne, zimanekî ku li rûbarê dinyayê ji aliyê 50 mîlyon meriv va tê axaftin bêkes û bêxweyî hişt.

Nasnameya kurdan, ziman û kultura kurdan wisa nizm û biçûk kir, bû sebeb ku kurd ji zimanê xwe, ji kultura xwe şerm bikin, ji ber kurdbûna xwe bêzar bibin, ji xwe nefret bikin, ji heqîqeta xwe ji vir Çiyayê Qaf birevin. Kur ji bavê xwe, keç ji diya xwe biyanî bibe. Di kesayetiya kurdan da travmayên wisa peyda kirin ji bo her kesekî kurdbûn û zimanê kurdî bû barekî giran.

Vê polîtîkaya sistematik ya dermirovî herî zêde jî li ser zarokên kurdan bandoreke pir texrîbkar çêkir. Ew zarokên ku hîn di zikmakî da bi dengên zimanê xwe ra hevnas dibin, bi çîrok û lorîk, stranan mezin dibin, di 6-7 saliya xwe da nişkava bi zimanekî xerîb ra rû bi û dimînin. Li tu devera dinyayê miletek tune ku hem zimanekî xerîb hîn bibe û pê ra jî bi wî zimanî perwerdeyê bibîne. Zarokên ku di nava zimanê xwe û zimanê xerîb da dimînin ji aliyê psikolojik û pedogojîk va beramberî gelek pirsgirêkên giran dimînin. Tevna norolojîk ya mêjiyê wan diquse; zimangiranî dibin, baweriya wan qels dibe, dereng hîn dibin, ji her tiştî gumanbar dibin wd.

Gelekî ji nişka va ji ziman û kultura xwe û pê ra jî ji cih û warê xwe qut bibe an jî dûr bikeve, wekî kes an jî civakê di sê merhaleyên psîkososyal ra dibihure; şoka kulturî, pevçûna kulturî û bişkivîna kulturî. Kes û civateke ku di van her sê merhaleyan ra dibihure asîmîle dibe û bi vî awayî polîtîkaya asîmîlasyonê bi ser dikeve.

Dewletê piştî heftê salî îcar misyona asîmîlasyonê (otoasmilasyon; ev sî salê dawîn e) sparte kurdan bi xwe. Erê mekanîka pêvajoya polîtîkaya asîmîlasyonê hîn jî bi awayekî hovane didome lê îcar jî bi xêra partî, sazî, komele û şexsiyetên kurdan vê poîtîkayê didomîne. Mixabin ev yek realîteyeke kurdan a ku di nava xwe da rûdanên gelekî dramatik û paradoksal dihewîne ye. Li dinyayê bextreşiya herî mezin ew e tu bi zimanê ku li ser te hatiye ferzkirin doza maf û zimanê xwe bikî. Mixabin zimanê serwer yê partî û saziyên ku doza zimanê kurdî dikin tirkî ye.

Otoasîmîlasyon mîna nexweşiyeke têger e (bulaşıcı hastalık), jêderka wê derva ye, ji aliyê hêza ku qesta tunekirina kurdan kiriye bi hişmendiyeke serwext û qirêj di laboratûwarên wan da hatiye çêkirin. Em dikarin têkiliya civata kurdan û otoasîmîlasyonê bi metaforekê berbiçavtir bikin. Wekî tê zanîn, kurmê gûzê ji bo ku têkeve nava wê, lê dipê ku kuneke (qul) bi qasî serê derziyê bibîne. Wexta wê kunê dibîne, tê ra dadikeve nava gûzê. Bi mehan di nava gûzê da dimîne û kakilê gûzê dixwe. Di dawiyê da kakil diqedîne lê bi xwe jî wisa diperçife ku êdî îmkan tune ku di kunê ra derkeve derva.

Ji bo ku derkeve divê jar bibe, îcar kakilê ku xwariye vedireşîne. Piştî demeke dirêj jar dibe, mîna ta û derziyê dimîne û ji nava gûzê derdikeve. Lê êdî texrîbateke mezin li dû xwe hiştiye. Gûz êdî bûye qalikekî vik û vala, kakil jî riziyaye û bûye tiştekî dinê. Yanê hem teşe (biçim) guheriye hem jî naverok (içerik). Di vir da gûz kurd û kelepora wan e, kakil zimanê kurdî ye, kurm jî nexweşiya ku di laboratûwarên dewletê da hatiye çêkirin e.

Ez bawer dikim hişmendiya ku qesta tunekirina kurdan û zimanê wan kiriye li bendê ye ku piştî du nifşên (nesil) din bi awayekî girseyî (kitlesel) kurd ji holê rabin. Eger kurd di perwerdeya zimanê zikmakî de hetanî dawiyê israr nekin û her wiha zimanê kurdî li herêmên kurdan nebe zimanê fermî; li sûk û bazarê, li şaredariyê, li nexweşxanê hetanî postexanê nebe zimanekî serwer û ev yek di demeke nêzîk da nekeve meriyetê, nifşên pêşiya me yê beramberî xetereyeke (tehlike) mezin bimînin. Kurdên mîna gelê Lûvî bi tenê li ser zar û zimanan bimînin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.